|
Çîrok
Çîroka
li bin baranê
Ji
kovara Bîrnebûn, havîna 2005an
YusufYeşilöz
26.06.2005
Ev
çîroka li jêr, xortekî kurd li kêleka
behra Zürichê ji min re got. Baran
şên dibarî, em li ser bankeka darinî
rûniştibûn. Mêr û jinên ku di
ber me re derbas dibûn, şemsiye li
ser xwe
girtîbûn.
Porê me şil dibû û me bi kefa destên
xwe dadişand. Min navê wî mêrê
kurd ji bîr kir. Ricake wi tenê hebû:
got ma gundiyên min ê ku li gund mayin,
xebera xwe ji çîroka me nebin.
Min
soz da wî.
“...
dema ku kalikê min bi nexwaşiya bênav
diçe rehmeta Xwedê, bavê min sê salî
bûye. Îro dibêjin, ku ew nexweşî
dilrawestin bûye. Piştî ku kesekî
ji malbata bavê min nexwastiye diya wî
li xwe mar bike, malbata diya bavê min
gotiye “keçika me bê parastin nabe”
û hatine keçika xwe ya diya zarokekî
birine. Girî û kilamên ku wê li ser
zarokên xwe û hêja diya bavê min li
ser hespê li paş birayê xwe gotibûn,
bûn stranên meşhûr. Îro jî tên
qal kirin. Çend rojan
bi
şun da ew dane mêrikekî ku ji wê
qasî bîst salan mezintir. Bavê min
Abbas li cem apê xwe yî ku bavê pênc
xortan bû maye û çend mehan bi şun
da bûye yekî ji malê. Ew jî bi apê
xwe
û
zarokên wî re li ser ereba hespa tere
ser bax û bostan, bi
wan re rabûye û rûniştiye.
Foto:
Uske
Şeş
sal derbas bûne, bavê min neh salî bûye
wexta ku tuccarê fistiqa ji Taşköyê
li serê sibê hatiye gundê me. Li ser
sifrê runiştibûne û mêrik kula
dilê xwe ji apê min û jina wî re
gotiye:
Zarokên
wî nebûn û wî nedixwast ku ocaxa xwe
vemire. Apê bavê min li jina xwe
wegeriyaye û gotiye, pênc lawik bese min
in û em Abbasê sêwî bidin wî mêrikî
bi wext! Jina wî ji hewa de li benda tiştekî
wusa bûye. Bi girî û qîrînî bavê
min li ser motirê mêrik çûne gundê wî.
Zarokê apê min li ser wî şûn
kirine, lê çi fêde! Her sala ku mêrik
ji bo karê xwe yî sandin û firotinê
hatiye gund, wî bavê min jî bi xwe re
anîye û her tim kincê nû li wî bûne.
Apê bavê min hingê ew bi kincên nû
mal bi mal digerandiye, ji wan cîranan re
ku ji wî loma dikirin digotiye ku birazîyê
wî ketiye maleka mîna cennetê, destekî
wî yê di hingiv da ye yek jî di rûn da
ye, li gundê tirkan tirkî ji hîn bûye.
Apê bavê min bi xwe tirkî li eskerîyê
hîn kiribû, hîngê gundiyên me li kesên
ku tirkî dizanin bi çavnebarî mese
dikirin. Pîreka gundî rabûye xwê li
dora bavê min belav kiriye ku ma ji çavan
biparêze. Bavê min bûye xortekî bilind
û bi nav, lê wexta ku dema wî yê zewacê
hatiye kesî li wî gundî kêçika xwe
nedaye wî, ji bo ku ew alewî, gundî ji
sunî bûne. Li dawî, ji şerên
giran bi şun da, bavê min kêçikekê;
diya min direvîne û tê
gundê
bavê xwe.
Jiyana
xweş
Li
gundê bavê wî van salan pir mêr çûbûn
Ewropayê, erd û gomên gund vala mayîbûn.
Ji derên biyanî, piranî ji gundên
tirka li doralî me şivan dihatine
gund ku bişuxilin. Bavê min erdê
merivên xwe ku koçber bûn diajo û di
hundirê çend salan de keriyekî pez û
bizin digihîne hev. Ew dibe rênçber û
bi rûnê xwe diqewire. Ew bi kêf e, te yê
bigota: nîviyê dinê bûye para wî. Di
pênc salan de çar kurikê me dibin, du
keçik û du lawik. Bavê min ji me re
digot: ez li dor dinê çax bûm, lê min
rehetiya dilê xwe li gundê bavê xwe dît.
Em şora xwe zêde direj nekin. Êvara
rojeka bi ewr eskerên tirk tên gund û
bavê min di bin mist û pîna de kaş
dikin cîpa xwe. Li kal, pîr û zarokên
gund dibe qîrînî. Esker guhdarî kesî
nakin, gazê didin cîpa xwe û di nav toz
û dûmên de com dibin. Dawîyê çend
rojan bavê min tê, ew di halakî de ye,
meriv bigota heft cîp di ser wî re
derbas bûne. Eskeran jê re gotine xeber
ji
gund têye ku ew gerîlla xwedî dike. Wî
ji me re digot: tiştê ku li qaraqolê
hatin serê min, ne hûn bipirsin ne ji ez
bahs bikim. Lê wî li ser wê meselê
tobe kir ku li gund nemîne. Wexta
ku
ew çû, wî bi xwe bi hezaran histêrk
vala kirin, lê em bi kêf bûn û me
digot em ê rojekê herin Ewropayê cem
merivên xwe yê bi kincên rind. Pezê me
dan qesebêkî simbeldirej û zikgir. Lê
li me bi qar hat. Şofêrê TIRê bavê
min û yanzdeh hevalên wî yên din li
parqeke nêzikî bajarê Baselê danîn,
ew ji pismamê xwe yi ku bi salan li wir bû
re telefon dike. Lê rêdarî ewqes zor bûye,
bavê min bêhal maye ku wî û pismam
hevdû nas nekirine. Ku me ji çend rojan
şun da bîhist ku bavê me li sinorê
Swissre nehatiye girtin û derbas bûye,
me
got wî xwe xelas kir. Çend roj derbas
nebûn, me dest ji dibistanê berda û me
xwe ji çûyinê re hazir dikir. Piştê
mehekê dolmişa gund ji me re mektûba
bavê min anî, di nav de resimê wî ku
li ber taxsîyeka zer hatîbû kişandin
derket. Me
resim dest bi dest, mal bi
mal
gerand û me bawer dikir ku bavê min bûye
xwedîyê taxsîyekê. Apê bavê min î
ku êdi nedikarî me bikşîne ber pezê
xwe dikir were wir û digot ew taxsiya
lawikê wî ye. Hingê hat
bîra
me jî ku ew rast bû; me pir resimên
lawikê wî ku li ber, li kêleka taxsî
bi quretî dawestî bû, yan jî li ser
qaporta wê rûniştibû dîtîbûn.
Mamostê me yî ku bi eslê xwe kurd bû
dihat
mala
me û digot ku ew bawer e, em ê li demeke
nêzik nikaribin herin Swissreyê û wî
dixwast ku em werin dibistanê. Lê me
qirara xwe dayibû, pêxember bihata jî
me guh nedida ser wî. Apê bavê min êdi
dest pê kir ji Swissre zêf û kufr
dikirin. Lê ku jina wî ye dilgerm şor
dianî ser perê ku ji vir de bê zehmet
dihatin, apê bavê min digot, tobe tobe
yarabbî li qisûra min nemîne. Ew mêrikê
dilfireh bû yekî hêrsgiran. Wî em di
qula derzîyê re derbas dikirin,
lê
me jî dilê wî dişkand û digot em
ê herin û ji te xelas bin.
Heviya
bêmerc
Ji
çûyina bavê min bi şun da çar
sala çavên me şev û roj li rêya
mektûba ku ji Swissreyê bihata bû.
Şofêrê dolmişa gund her roj
dihat ber mala me û dipirsî ka em kînge
herinî welatê ji cennetê. Wexta ku bavê
min saxiya xwe kir ku ew bi rêya dewletê
me nikare bibê cêm xwe, me şebekeyek
ku bavê min jî birîbû Swissre girt û
me da rê. Ji hêrsê xwe re kalikê me
xatir ji me nexwast. Lê em li sînor
hatin girtin û çar rojan bi şunda
wegerîn gund. Me dîsa bi mehan guhdarî
li kaxizên ku ji Swissre bên kir. Rojekê
xeberek hat, te yê bigota pêxember hatîye
mala me: ji balyoza Swissre li Enqerê
mektûbek hatibû û digotin vîza me
hazir e. Bavê
min
haqê mayînê heynaye. Em bi kêf çûn
Swissreyê, ez cara yekem li balafirê niştim.
Em difirîn. Bavê min di ber hatina me,
ji me re xanî li gundekî bi navê Boswil
girtibû. Wexta ku em ketin mala xwe, me
bawer dikir ku em hatinî mala Xudê. Me
dest bi dibistanê kir, bavê min got, hûn
mecbûr in herin dibistanê, lê zimanê
elmanî bi me mîna gujeguja erxa gundê
me dihat. Min li vir tiştekî giring
bîr kir: ku bavê min çû Swissreyê û
me, mezin û biçûk, bawer dikir ku ew ê
haqê mayînê bistîne, pismamekî wî jî
xwast ku ew du lawikên wî ji heyne ser
xwe ku lawikên wî bibin “birayên”
me, bibin îşçîyê welatê
dewlemend. Wî digot ma lawik herin xwe
xelas kin. Bavê min î rûnerm nikarî bê
“na”, diya min çû daira nifûsê,
pere li ber hejmartin ku du bira li me zêde
bike. Ku bavê min jî li Swissreyê çi
gotîbû, ez nizanim.
Rastîya
xapînok
Li
Swissreyê çar-pênç salên me baş
derbas bûn. Em li her şemî yan ji
yekşemîyan diçûn dawetekê, sinnet
yan ji zewacê. Me
bi sedan û hezaran însanê ji doraliya
me didît. Ez
bawer
im,
kêfa me bi hevdu dihat. Wexta ku pereyê
ku xelat dikirin bi “aporlo” dixwandin,
em nêzik wan dibûn û me destên xwe
xurt li hev dixistin. Bavê
min digot, li daweta lawikên min
hin
pir însanên werin. Lê
mixabin wî daweta me nedît. Ez serê te
neêşînim û kin bibirim û bêjim
ka çima? Birayekî min î biçûk û
birayê min î “sexte” guh li me û
dibistanê nekirin
û
qirara rêya xwe bi xwe dan. Ji heftê carê
mamosta wan dihat mala me. Jinika porspî
li ber me û birayên me digeriya ku ew
werin dibistanê û li vir ningê xwe bi
zarokên din re heynin
û
dînin. Wexta ku jinikê digot lawik ê
‘agressîv’ in, me digot ew ne rast e.
Wexta ku wê digot: zarokê xwe bikşînin
psîkologê dibistanê, me digot ew ne dîn
in. Wexta ku wê digot: zarokên
xwe
ji vî xanîyê biçûk derxînin bibin
nav daristanê ku ew bibezin yan jî
bileyzin, dara işkênin, me digot,
jinik dîn e. Wexta ku bavê min ji jinika
mamosta re got: min li gund pênçsed pez
xwedî
dikir bi hev re dibir û dianî, tu nikarî
yanzdeh zaroka bi hev re bibî û bînî,
jinik keniya. Lê ku jinik diçû, bavê
min lome ji diya min dikir û jê re digot,
we nizaniye lawikên me mezin
bikira.
Diya min êsê xwe nedikir, bi tenê li
ber Xudê digeriya. Bi dizî digot; ma te
jî lawikê xelke heynaniya ser me. Bavê
min ew gotina nedibihîst. Ez ji te re hîn
bêm çi, dawî gihiştke
dibistanê
qirar da ku du birayên min herin
dibistana taybet, dibêjin “Internat yan
ji Privatschule”. Bi tirkî dibejen
“yatılı”, ez nizanim
hûn bi kurdî pê re çi dibejin. Wan
gotin pereyê wê dibistanê dewlet dide,
em bi kêf bûn û me jinika mamosta dawetê
nan kir, lê
wê
got wextê min tune. De tu were, bavê min
du salan ji vê meselê bi şun da
şixulê xwe wenda kir, fîrma wî îflas
kir û ew bê îş ma, tu dizanî, ew
bû “arbeitslos”. Paşîngê beledîye
banga me kir û got, ku perê dibistana
taybet nikarin bidin, gereg em ji wê roja
ku bavê min bê îş ma bi şun
da perê dibistanê bi xwe bidin. Me got
na, wan got erê. Wan ji me re kaxiz
kişandin,
em çûn cem ebûqatekî. Bi vî halî du
sal derbas bûn, lê birayên min hîn diçûn
dibistana taybet. Pişti du salan
ebuqatê me yî ku me dorê deh hezar
Frank dayîbûn ji me re got, dosya xwe
bibin, ez hedî nikarim tiştekî
bikim. Dibistana taybet birayên min kişandin
malê û gotin zarokên we li zarokên din
dixin. Em bi hêrs ketin, lê me hêrsê
xwe bi tenê di nav hevdu de da der. Bavê
min li diya min dixist, diya min digirîya,
birayên min êdî nedihatin malê, bavê
min heta sibê li wan digeriya, ku dihate
malê ew jî digirîya.
Rojekê
ji dibistanê ji me re mektûbêk hat û
wan ji me re hesabek derxistîn: serî
zarok rojêk dorê pêncsed Frank hesab
kirine, çar sala jî tu bi xwe hesab bike
ku çiqas digire! Gereg me ew pere dabûna
belediyê. Me îtiraz kir, lê bê
serkeftin. Me tiştek dizanî, reîsê
belediyê û xwediyê dibistana taybet
merivê hevdu bûn, lê kesî baweriya xwe
bi me nedikir wexta ku me digot, dibistana
taybet şagirt pê gereg bûn û li
ser milê birayên min qezenca xwe kirin,
pere ji belediyê sandin. Çend meha bi
şun da polîsê biyaniya ji me re
qirarek kişand û got: yan
hûn
wan perena didin, yan ji hûn welatê me
terk dikin. Ku we pere nedan, ew dikeve
sextekariyê, li welatê me sûc e. Ewqes
perê me tunebûn ku em bidin. Me dîsa ebûqatek
girt, me pere ji merivê xwe deyn kirin,
me îtiraz kir, lê bê serkeftin. Qirar
ji mehkemê derxistin. Wexta ku tercuman
ji bavê min re xwand ku wî îmza xwe
avetiye bin çi, qotê me ziwa bû, bavê
min got, min hîngê fehm nekiriye û îmza
kiriye ku ez perê dibistana taybet bi xwe
bidim
belediyê. Lê hakîm got, ez ancax
baweriya xwe bi kaxizê bikim. Ez dirêj
nekim, me saxiya xwe kir, cil û colên
xwe heynan û em çûn cem merivê xwe li
Baselê. Me êdi benê xwe qetandibû, me
nikarîbû em herin welatê xwe. Merivê
me ji me re digotin, li çareyêka
xwe
mese kin, lê qet rêyek me din jî tunebû.
Li dawiyê bavê min zarokên xwe li meriv
û cîrana belav kir û bi xwe jî çû li
loqanta yekî konyalî qaçax şixulî.
Ma
tu mereq nakî ku çi ji me derket? Ez li
cem yekî kurd li mitfaxê kar dikim, li
heftê heft rojan, bi nanozikê dişixulim.
Her du birayên min ên ku li dibistana
taybet bûn ji aliyê yekî
Swissrî
ku xêrxwaz bû hatin birin, mêrik çend
salan bi şun da ji jinik û malbata
xwe veqetî, birayên min niha bê ar û
mal in, îdara xwe bi dizî û pasîyê
dikin. Her du xwişkên min li cem
merivên
me man, wan gotin ew kêçik in û em ê
xwe bi ser wan re bigrin, lê xwişka
min a mezin hîn ku salê xwe zewacê
nehatibûn bi yekî kumarcî re revî, wî
sê meha bi şun da, wexta ku saxiya jê
kir, ew berda. Ew
niha ji me re bûye kuleka giran. Yên din
jî îdara
xwe
roj bi roj dikin, tirsa ku em werin girtin,
mîna barekî giran li ser milê me ye...”
Wexta
ku wî xortî çîroka xwe qedand, em
demekê direj bêdeng rûniştin, me
li însanên ku di ber me re derbas dibûn
mese dikir. Em bawer bûn ku her yek ji
wan çîrokek xwe hebû.
Çîrok
her bi êş in.
Wexta
ku em ji hevdu weqetiyan baran êdî
nedibarî.
|